top of page

Koma me

Em kî ne?

Hevsel Press kovareke ekolojiyê ya xwendekaran e ku li ser ekolojî û warên girêdayî wê, biyolojî, mafên heywanan, jin, LGBT+, siyaset û aborî jî di nav de ye, ku ji hêla xwendekarên Lîseya Zanist û Teknolojiyê ya Lîseya Bahçeşehîrê ya Diyarbekirê ve hatiye damezrandin.

 

Peywir

Em hewl didin ku derfetan ji bo hemî kesên ku zanîna wan bi qada ekolojiyê re têkildar e û dixwazin nivîskariyê biceribînin, biafirînin. Her wekî din bi xebatên xwe yên bêmifa em dixwazin der heqê krîza kişwerê û tiştên ku xisarê didin xwezayê de hişyarîyek çêbibe. 

 

Armanc

Armanca me ew e ku, em civakek hişmend ava bikin ku xwezayê biparêze, ji pirsgirêkên gerdûnî yên wekî krîza kişwerê re çareseriyên rastîn bibîne û derfetên bêhempa pêşkêşî nivîskarên siberojê bike û îlhamê bide wan.

Nirxên me yên bingehîn 

Hevsel Press dixwaze fikr û dîtinên nivîskaran ên li ser mijarên berjewendiya civakî bêyî sansûr xwe bigihîne civakê. Wekî din zanîn û agahîyên piştrastkirî yên girêdayî ekolojiyê ne bi awayeke cidî bila xwe bigihîne her kesî.

 

Rêzgirtin: Em rêzdariya cihêrengiyê digirin û bi gotin û kirinên xwe jî vê yekê diyar dikin.

Rastgotî: Em xwedî komek nirx û prensîbên xurt in û hem wekî kes û hem jî wekî koma xwe bi van nirx û prensîban bi awayekî profesyonel tevdigerin.

Xebata komî: Em wekî takekes ji bo ku karekî ji xwe mezintir biafirînin em wekî komekî bi hev re dixebitin.

Berdewamî: Em xwe û xwendevanên xwe, bi her awayî pêş dixînin. Bo koma me û dîtinên wê li ser pêya bimîne em rêzdarîyekê ava dikin.

Dadperwerî: Bêyî ku em li temen, zayend, reng, meyla zayendî, an netewe yên kesekî/ê binêrin, li hember her kesî em bi rêzdarî tevdigerin.

Dilsozî: Em ji girîngiya bawerkirin û rastgobûnê haydar in.

bottom of page