Nivîskar: Mîran Deniz
Destpêk
Dinyayekê xeyal bike ku bêdengiyeke hovane cihê wîçîna enerjîk a çûkan stendiye, wek ji 1970yan vir de bi qasî 3 mîlyar çûk li Amerîkaya Bakur kêm bûn [Rosenberg et al., 2019]. Refên mircan ku demekê rengûreng bûn êdî vedigerin skeletên bêcan, pispor dibêjin ku ji %90ên vana dê heta sala 2050yan ji holê rabin [Guldberg et al., 2017]. Ev ne xeyaleke dîstopîk e, ew rastiya xedar a Windabuna Şeşemîn e. Zanyar hişyarî didin ku Dinya niha bûyera xwe ya şeşemîn a windabûna girseyî dijî, windabûneke nedîtî ya jîndarên curbicur ku ji ber çalakiya mirovan pêk tê.
Mircaneke agirî ya berî û piştî mirinê. Mircana li çepê mircaneke agirî ya bitendiristî ye, lê ya li rastê bi tevahî mirî ye. Wêne: XL Catlin Seaview Survey
Ev krîza domdar ku pirî caran weke Windabûna Holosen tê binav kirin; bi windabûna bilez a cureyan ku ji ber tunekirina jîngehê, guherîna avhewayê, qirêjbûnê, nêçîriya zêde û cureyên dagirker tê destnîşan kirin. Dinya heta niha pênc windabûnên girseyî jiya, weke ji holê rabûna dînozoran a 66 mîlyon sal berê. Lê belê krîza niha bi lezeke qet ne hatiye dîtin pêk tê. Zanyar gumandikin ku rêjeya windabûna vê serdemê ji rêjeya xwezayî di navbera 1,000 û 10,000 qatan de zêdetir e û jîndar ji geşedana xwe bi leztir windadibin [Jurriaan et al., 2015]. Berevajî windabûnên berê ku ji ber sedemên xwezayî derketine, hêza sereke ya windabûnên niha ne asteroîdek e an teqînên volkanîk e, lê çalakiyên mirovî bi xwe ne. Ev windabûna girseyî ya domdar ku ji hêla çalakiyên mirovan çêdibe; ne bi tenê ekosîstemê, lê di heman demê de pêşeroja mirovahiyê tehdît dike. Ev jî wê pirsê tîne hişê me: Gelo em asteroîda dawî ne ku ber bi tunekirina xwe ve diçin?
Mêzinahîya Qeyranê
Windabûna Şeşemîn ne tenê gefek e li ser pêşerojê, ew rastiyeke eşkere ye ku ji bo cihêrengiya biyolojîkî ya gerstêrkê bandorên metirsîdar jî dike. Ji bo em têbigihên ku ev qeyran çiqas giran e, pêwîst e em li pêşiya çirokên nûçeyan binihêrin û hejmarên rasteqîn bibînin ku em çiqas zû cureyan winda dikin. Ger em li vê yekê bineherin, rêjeya ji holê rabûna di dema pênc windabûnên girseyî yên berê de ku teşe daye jiyana li ser Dinyayê, ji ya niha hindiktir bû. Ji bo em bidin berhev, windabûna permiyan ku bûyera herî dijwar a di dîroka Dinyayê de bû û dora 252 milyon sal berê qewimî, nêzikî ji %96ên jîndarên avê û ji %70yên jindarên mazmazkî yên bejî di navbera 60,000 salan da tune kir. Dema ku em rêjeya salane ya ji holê rabûnê ya heyî bi permiyan û windabûnên dinê re bidin ber hev, dê bê dîtin ku rêjeya ji holê rabûnê ya niha di navbera deh an sed carî zêdetir e [Ceballos et al., 2015]. Ev dikare encamên potansiyel ên wêrankerî ji bo cihêrengiya biyolojîkî û pêşeroja mirovahiyê bi xwe re bîne.
Hejmara windabûnên gelemperî ya her sedsalekê di nav çînên cuda yên mazmazkî de. Xêza xalîkirî rêjeya windabûna xwezayî nîşan dide. Wêne: PNAS
Bilezbûna di rêjeyên windabûnê de ji ber çalakiyên mirovan pêk tê. Hilweşîna jîngehê ya ji ber birîna daristanan, bajarbûyîn û çandiniyê her ku diçe perçekirin û ji holê rakirina jîngehên xwezayî zêde dike, cureyên bêhejmar bê cih û war dihêle. Guherîna avhewayê ku ji ber belavbûna gaza serayê pêk tê şêwazên hewayê diguhezîne, karesatên xwezayî zêde dike û ekosîstemên hesas rûdixîne. Qirêjî, ji bermahiyên plastîk ên ku li rûyên okyanûsan belav bûne heya kîmyewiyên pîşesaziyê ku çavkaniyên avê qirêj dikin jîngehên kovî bi gelek awayan jahrî û wêran dike. Bikaranîna bêsînor a çavkaniyan, ji ber masîgirtin, nêçîrvanî û birîna daran populasyona jindaran ji xweberhevkirina wan zûtir kêm dike. Beşdarbûna cureyên dagirker ekosîsteman kavil dike, hejmara cureyên xwecihî kêm dike û nexweşiyan belav dike. Her ku nifûsa mirovan zêde dibe, em bêtir çavkaniyan bikar tînin û zirarê didin hawîrdorê, ev yek jî dibe sedem ku celebên dinê tune bibin.
Têkoşîna Global
Li gel mezinahiya metirsîdar a Windabûna Şeşemîn, tevgereke cîhanî ya li dijî vê qeyranê her ku diçe geş dibe. Ji bo parastina cihêrengiya biyolojîk û sererastkirina ekosîstemên xerabûyî gelek hewldan têne dayîn. Hewldanên parastinê, sitirandina jîngehan, girêdana ekosîsteman û pêşîgirtina daristanan ji xwe re dike armanc. Projeyên vegerandinê hewl didin ku heywanên girîng vegerînin jîngehên wan û ji xwezayê re bibin alîkar ku di ekosîstemên xerabûyî de xwe ji nû ve saz bike. Zêdekirina jîndaran a di bin çavderiyê de, ji bo parastina cureyên di xeteriyê de û ji nû ve anîna wan a nav xwezayê dixebite. Înîsiyatîfên li dijî nêçîrvaniya neyasayî, ji bo ajalan ji nêçîrvaniya neqanûnî biparêzin, şer dikin. Armanca pratîkên birêveberiya domdar a çavkaniyan ew e ku hewcedariyên mirovî, bi rêbazên mîna masîgirî û daristanvaniya berpirsane bi tenduristiya demdirêj a ekosîsteman re hevseng bikin. Tevî ku ev hewldan pir girîng in jî hevkarî û polîtîkayên navneteweyî di zêdekirina bandora wan de roleke girîng dileyîzin.
Wêne: The Nature Conservancy
Ji bo çareserkirina qeyrana tunebûnê ya gerdûnî, gelek welat hatin gel hev û bi armanca parastina cihêrengiya biyolojîk peyman çêkirin. Peymana Pirrengiya Biyolojîk (CBD) ku di sala 1992an de hate îmzekirin, peymaneke girîng e ku ji hêla 196 welatan ve hatiye pejirandin. CBD sê armancên sereke destnîşan dike: parastina cihêrengiya biyolojîk, bikaranîna domdar a pêkhateyên wê û parvekirina dadperwer û wekhev a berjewendîyên ku ji karanîna çavkaniyên genetîkî derdikevin [United Nations, 1992]. Peymana sereke ya din jî Peymana Bazirganiya Navneteweyî ya Cureyên Kovî yên Nebat û Ajalan ku Nifşên Wan di Bin Xetereyê de (CITES) ye ku armanca wê pêşîlêgirtina bazirganiya navneteweyî ya nebat û ajalên di bin xetereyê de ye [United Nations, 1975]. Van peymanên navneteweyî çarçoveyeke girîng ji bo çalakiyên hevbeş, danîna armancan, parvekirina agahiyan û peydakirina piştgirîyên darayî û teknîkî bo hewildanên parastinê destnîşan dikin. Teknolojî jî di piştgiriya van hewldanan de her ku diçe roleke girîngtir dileyîze. Wek mînak, ji bo çavderiya nifûsa jîyana kovî û têkoşina li himberî nêçîriya neyasayî rêbazên şopandina bi peykan û analîzkirina DNAyê têne bikar anîn.
Pirsgirekên Derbarê Parastinê de
Ligel zêdebûna hişmendî û hewldanên gerdûnî, li peşiya parastinê astengên girîng hene. Fînansekirina projeyên parastinê bi giştî kêm in, ev yek jî çarçove û bandora wan bi dorsînor dike. Îradeya siyasî dikare qels be û destkeftiyên aborî yên demkurt bi gelemperî dikarin pêşî li berjewendîyên ekolojîk ên demdirêj bigirin. Wekî din, kêmbûna hişmendî û têgihîştina di civakê de dibe sedema bêeleqetî û bêçalakîtiyê. Gelek mezêxer, bandorên biryarên kirînên xwe yên li ser hawîrdorê nizanin ku ev yek alîkariya pêkanînên nedomdar ên wekî masîgiriya zêde û birîna daristanan dike.
Ev dijwarî astengan derdixînin pêşiya çepandina "asteroîda mirovî" û şiyana me ya ji bo bersivdayîneke bi bandor a li hember qeyranê asteng dikin. Lezgîniya rewşê bersiveke bi koordîne û piralî pêwist dike. Divê hikûmet qanûnên jîngehê yên bihêztir derxin û bicih bîkin û di peyanên parastinê de veberhênan bikin. Di heman demê de divê ew, sepanên domdar ên wek derbasbûna enerjiya nûjenkirî û parastina jîngehên xeternak pêşve bibin. Divê rêxistin beşdarî lêkolînên girîng, xebatên bergiriya yasayî û parastinê yên li qadê bibin, zextê li ser guhartinên polîtîkayê bikin û projeyên girîng pêk bînin. Mirov jî xwedî hêzeke pir mezin in; bi bijartinên xwe yên hişmendî ku ji bo şopa xweya ekolojîk kêm bikin, piştgirî bidin karsaziyên domdar û parêzvaniya guhartinê bikin, dikarin bi hev re bibin alîkarê pêşerojeke domdar.
Encam
Windabûna Şeşemîn ji bo mirovahiyê demeke diyarker pêşkêş dike. Gelo em ê bandora bijartinên xwe bibînin û rêyeke nû ava bikin an bibin goriyên kiryarên xwe? Ev qeyrana ku ji hêla çalakiyên mirovan derketiye holê, tora jiyanê ya tevlihev ku bi mîlyonan salan geşedaye tehdît dike. Dîsa jî di nav amarên metirsîdar û dijwariyên tirsnak de çirûskekî hêviyê heye. Hewldanên parastinê yên gerdûnî, peymanên navneteweyî û pêşketinên teknolojîk, ji bo têkoşîna li himberî vê qeyranê amûrên bihêz pêşkêş dikin. Em dikarin bi pejirandina berpirsiyariya xwe ya kolektîf, bibiryarî û lezgînî tevbigerin, rêyeke cûda hilbijêrin. Em dikarin hilbijêrin ku bibin nifşê ku gerstêrkê sax dike, cihêrengiya biyolojîkî diparêze û pêşerojeke domdar a ji bo hemû jiyanê ava dike.
Çavkanî
1. Rosenberg, K. V., Dokter, A. M., Blancher, P. J., & Sauer, J. R. (2019, September 19). Decline of the North American avifauna. Science.org. https://www.science.org/doi/10.1126/science.aaw1313
2. Guldberg, O. H., Poloczanska, E. S., Skirving, W., & Dove, S. (2017, May 29). Coral reef ecosystems under climate change and ocean acidification. Frontiers. https://www.frontiersin.org/journals/marine-science/articles/10.3389/fmars.2017.00158/full
3. Jurriaan, D. V., Lucas, J., John, G., Patrick, S., & Stuart, P. (2015, April). Estimating the normal background rate of species extinction. DukeSpace. https://dukespace.lib.duke.edu/items/9067212b-1e6f-4ed2-be4a-2febb133b3ed
4. Ceballos, G., Ehrlic, P. R., Barnosky, A. D., Garcia, A., Pringle, R. M., & Palmer, T. M. (2015, June 19). Accelerated modern human–induced species losses: Entering the sixth mass extinction. Science Advances. https://www.science.org/doi/10.1126/sciadv.1400253
5. United Nations. (1992, June 5). Convention on Biological Diversity. Convention on Biological Diversity. https://www.cbd.int/
6. United Nations. (1975, July 1). CITES. CITES. https://cites.org/eng/disc/what.php
Comments