top of page
Search

Parastina Xwezayê Berpirsyarîya Dewletê Ye, An Jî Ya Civakê Ye?


Nivîskar: Hîva Yüce


Xweza, ji bo mirovan û gelek tiştên candar ji bo ku jîyana xwe bidomînin ji bo wan gelekî girîng e. Di vî warî da bo parastina xwezayê berpirsîyarîya herî mezin ya mirovan e.Ji bo ku em ajalên hêşinahîyê dixwin û li daristanan dijîn biparêzin, bo ku pergala ekosistemê xera nebe divê em xwezayê biparêzin. Li her derên dinyayê mirov ji bo vê yekê dixebitin. Heta hin komele û weqif jî hene ku di vî warî da kar û xebatan dikin. Belê, her kes ji bo ku peywira xwe bi cî bîne dixebite, lê belê gelo ev têrî dike? Dewletên cîhanê ji bo parastina xwezayê dikarin çi bikin, an jî civak bi tena serê xwe dikare gelo xwezayê biparêze? Divê em van pirsên sereke ji xwe bikin.


Komeleyên wekî TEMA û EKAT ji bo xwezayê biparêzin û di vî warî da civakê û zarokan perwerde bikin hin kampanyayan li dar dixin û çalakîyan dikin. Ji xeynî vê mirov bi tena serê xwe bi qasî ku hêza wan têbigihîje bo parastina xwezayê kar û barên xwe dikin û berpiryarîya xwe bi cî tînin. Weke tiştekî biçûk ger ku hin mirov çopa xwe neavêjin erdê ev yek jî dikare bandoreke mezin li ser mirovan çêke. Ger ku mirov vê yekê bikin û der û dora xwe di vî warî da hişyar bikin, ev yek bo dildarên xwezayê dê dibe destekeke mezin.


Lê belê tenê ev tişt têrî nakin. Belê, hin kes di vî warî da alîkarîyê dikin, lê hin kes jî nakin. Heta tew di ser da xwezayê qirêj dikin. Hin Weqif bi rêya semîner, pankart û afîşan heta ji destê wan bê di vî warî da çalakîyan dikin. Lê belê divê dewlet di vî warî da piştgirîyê bide wan. Niha, şaredarî ji bo ku kolan neyên qirêjkirin hin zagonan aşkere kirine û ji bo kesên ku li gorî van zagonan tevnagerin hin ceza jî tên dayîn. Lê belê gel li gorî van zagonan tevdigere an na, em vê yekê nizanin.


Li gorî ku em dizananin ji bo kesên ku çopa xwe diavêjin der û doran 196 TL ceza li wan tê birîn. Lê belê dema em li kolanan kesekî bibînin ku der û dora xwe qirêj dike, em bi tenê dikarin di vî warî da wan hişyar bikin. Ji xeynî vê tu tiştek ji destê me nayê. Car caran ez rastî hin bûyeran hatime kesên ku di vî warî da berpirsyarin jî, dema rastî hin tiştan tên weke ku wî tiştî nebînin tevdigerin. Ji bo ku xweza neyê qirêjkirin, bi rêya cezadayînê tenê em nikarin xwezayê biparêzin. Lê belê mixabin kesên rayedar vî tiştî û tiştên cuda nakin. Loma hin mirov jî berpirsiyariyên xwe yên li hember xwezayê paşguh dikin û wê qirêj dikin.


Mesela dema kargehek ava xwe ya qirêj biherikîne nava çemê der û dora xwe, hêza şênîyên wê derê têrî nake ku li hember wê kargehê serî hildin. Ji ber vê yekê divê şaredarî di vî warî da cezayeke giran li wê kergehê bibirin. Lê belê ger ku gel di vî warî da gilî û gazincan neke û şaredarîyan di vî warî da hişyar neke dê ji vê yekê kî berpirsyar be? Bi kurtasî em dikarin vê yekê bibêjin, karê parastina xwezayê peywira dewletê ye, lê berpirsyarî ya civakê ye. Lê belê dema ku dewlet peywira xwe bi cî neyne, em nikarin civakê sûcdar bikin û gava ku civak berpirsyarîya xwe bi cî neyne jî em nikarin di vî warî da dewletê sûcdar bikin.



62 views0 comments

Comments


bottom of page