top of page
Search
Writer's pictureMiran Deniz

Bandora Pîşesazîya Madenê ya li ser Xwezayê

Updated: Sep 24

Nivîskar: Mîran Deniz


Ji bo çêkirina gelek amûrên ku em bikar tînin, pêdiviya me bi daringên binê erdê yên weke hesin, sifir, nîkel, alumînyûm û mermerê çêdibe. Gelek şîrket ji bo van daringên binê erdê temîn bikin ketin vî karî û bo vê yekê madenvan bi salan jiyana xwe di binê erdê de derbas dikin. Îro, bi zêdebûna nifûsê û pêşketina teknolojiyê mezinahiya vê sektorê gihîşt asteke bilind. Di sala 2020an de 40 şîrketên herî mezin ê madenê bi giştî 544 mîlyar dolar qezenc kirin [Witchalls, 2022]. Lê belê dema em ji bo pêşketina şaristaniyê dişixulin, xisarên mayînde didin xwezayê. Vekirin û hilberandina kanên madenê gelek parçeyên xwezayê qetil dike.


Kanên Madenê Florayê Çawa Xera Dike


Li her derê dinyayê bi hezaran rezervên madenê hene. Ji bo derxistina van rezervan dar û berên derdora van rezervan têne birîn. Di heman demê de gava ji axê madenan derdixin di nava axê de çaleke mezin a req û rût dimîne. Ev yek jî hevahengiya xwezayê xera dike. Habîtata nebat û ajalên endemîk ên wê herêmê tên windakirin [Sonter & Dade & Watson & Valenta, 2020].


Gundek ji bo piştgiriya 15,000 karkerên madenê ku di kana yaqûtê ya li nêzî Ambatondrazaka, Madagaskarê de dixebitin, hate damezrandin. Wêne: Vincent Pardieu / AIGS (2005)


Kanên madenê, ji bo bi hezaran mirovan derfetên kar peyda dike. Bajarokekî xwedî rezervên dewlemend ên madenê bi demê re koç distîne û vedigere wargehekî mezin. Li derdora kanên madenê cihên razanê yên karkeran, riyên ji bo çûndin û hatinê tên çêkirin. Tunekirina daristanan ku yek ji parçeyekî girîng ê ekosîstemê ye dikarê bibe sedema hilweşandina ekosîstemê bi xwe. Lê belê pîşesaziya madenê di vî warî de tenê tawanbar nîn e. Weke mînak, cotkarî bi tena serê xwe ji %46ê qada jiyanbariyê digire [Ritchie & Roser, 2019].


Qirêjkirina Avê ji Aliyê Pîşesaziya Madenê ve


Li gor lêkolînan di pêvajoya şixulandina kanên madenê de kîmyasalên jahrî yên weke arsenîk, siyanur, asîda sulfurîk, cîwa û hwd. dikare tevlî avê bibe. Ev kîmyasal xisarê didin ava li ser û binê erdê. Ajal û nebatên ku di vê avê de dijîn bi vê ava qirêj jahrî dibin û dema dibin nêçîra ajalên dinê, wan jî jahrî dikin [USGS, 2019 February]. Li Îlîçê, di demeke nêzîk de hezazek di qada kanê zêr de çêbû. Ev hezaz bû sedema windabûna 9 mirovan û talûke heye ku kîmyasalên kanserojen yên weke sîyanur û asîda sulfurîk tevlî robarê Firatê bibe [Sezer & Caglayan, 2024].

 

Di sala 2013an de, li gorî texmînan 100,000 kîlo masiyên mirî di çemê Fuheya Wuhanê de derketine ser avê. Wêne: REUTERS/Stringer


Li gel vê yekê di piraniya beşên pîşesaziya madenê de mîqdareke mezin a avê tê bikaranîn. Cihên kûr ên kanên madenê ji ber ku nezikî magmayê ne, germtir dibin. Ji bo ku madenvan bikaribin li wê derê bi rihetî bişuxulin, wan cihên kûr ên germ bi avê henik dikin. Ji bilî vê yekê dema cewherên  madenê ji xweliyê tê cudakirin aveke zêde tê bikaranîn û ev av jî qirejî dibe. Di seranseriya sala 2015an de nezikî 5.5 milyar metre kûp av di pîşesaziya madenê de hatiye bikaranîn [USGS, 2019 March].


Şopa Lingan a Pîşesaziya Madenê di Ekolojiyê de


Roleke mezin a pîşesaziya madenê di krîza ekolojiyê de heye. Pîşesaziya madenê bi tena serê xwe di navbera ji %4 û %7ê de emîsyona karbonê çêdike [Global Data, 2021]. Di pêvajoya derxistin û hilberandina madenan de gazên serayê yên weke karbondîoksît û metan tevlî hewayê dibin. Ev gazên serayê germahiya hewayê zêde dikin. Ji ber vê yekê dengeya avhewayê xera dibe. Ew ji guherînên katastrofîk yên weke helandina qeşayan û hişkahiyên berfireh di ekosîstemê de çêdike.


Salton Sea 4, santrala jeotermal a ku ji hêla CalEnergy ve, li qeraxê Deryaya Salton a li Calipatria, CA ve tê xebitandin. Wêne: Bing Guan, Bloomberg/Getty Images


Drenaja Kevir a Asîdîk ji Aliyê Madenvaniyê ve


Drenaja kevir a asîdîk tê wataya nizilandina ava asîdîk a kanên madenê yên hesin û komirê ya ber bi xwezayê ve. Drenaja kevir a asîdîk bi riyên xwezayî dikare çêbibe lewra bi piranî ji ber çalakiyên mirovan weke xerakirina axê ji aliyê pişesaziya madenê û çalakiyên avahiyên mezin pek tê. Madenên komir û hesin mîqdarekî mezin a sulfîd di nava xwe de dihewîne. Ev sulfîd peşî tevlî avê dibe, ji wê derê jî bi hilmegulmbûnê re tevlî hewayê dibe. Dema mîneralên sulfîd bi avê re dikeve reaksiyonê, asîda sulfurîk çêdibe. Ji ber vê yekê eger tedbîr neyê standin li nezî kanên madenê yên hesin û komirê dê barana asîdîk çêbibe [Gallagher, 2022].


Teknolojiyên Madenê yên Alternatîf


Bi lêgerîna riyên domdar ên madenvaniyê çend heb teknolojiyên alternatîf derketine holê ku dikare ji madenvaniya kevneşopiyê zêdetir dostên jîngehê be. Cardin bikaranîn û madenvaniya nav bajarî bala xwe dide derxistina kelûpelên giranbiha ji avetiyên elektronîk û berhemên ku dawiya bikaranîna van hatiye. Madenvaniya bin deryayê, ligel zêdebûna metirsiyên derdorî, derxistina mîneralan ji binê okyanûsan weke vebijarkek bo madenvaniyê axê lêdikole. Madenvaniya biyolojîk, ji bo ku madenan ji gewherên van cuda bike mîkroorganîzmayan bikartîne û ev rêbaz pêvajoyeke dostane ya jîngehê pêşkêş dike. Teknolojiyên madenvaniya kesk bi awayên birêvebirina efektîva avê, bikaranîna enerjiya venûker û pêşvebirina rêbazên paqijtir ên derxistin û hilberîna madenan girîngiyê dide domdariyê. Ev nêzikahî, derfetên nûjenîxwaz ber bi hevahengiya derxistina çavkaniyan û parêzvaniya xwezayê raber dikin.

 

Çavkanî


Witchalls, S. (2022, October 27). The environmental problems caused by mining. Earth.Org. https://earth.org/environmental-problems-caused-by-mining/


Sonter, L. J., Dade, M. C., Watson, J. E. M., & Valenta, R. K. (2020, September 1). Renewable energy production will exacerbate mining threats to biodiversity. Nature. https://www.nature.com/articles/s41467-020-17928-5


Ritchie, H., & Roser, M. (2019, September). How is humanity using the Earth’s land? And how can we decrease our land use so that more land is left for wildlife? Our World in Data. https://ourworldindata.org/land-use


Mine drainage | U.S. geological survey. (2019, February 28). USGS.gov | Science for a changing world. https://www.usgs.gov/mission-areas/water-resources/science/mine-drainage#overview


Sezer, C., & Caglayan, C. (2024, February 14). Rescue workers search for missing gold miners after Turkey landslide. reuters.com. https://www.reuters.com/world/middle-east/rescue-workers-search-missing-gold-miners-after-turkey-landslide-2024-02-14/


Mining water use | U.S. geological survey. (2019, March 1). USGS.gov | Science for a changing world. https://www.usgs.gov/mission-areas/water-resources/science/mining-water-use



Gallagher, K. (2022, March 8). What is acid mine drainage? Treehugger. https://www.treehugger.com/acid-mine-drainage-5220728


Malan, S. (2021, October 18). How to advance sustainable mining. International Institute for Sustainable Development. https://www.iisd.org/articles/deep-dive/how-advance-sustainable-mining

13 views0 comments

Comments