Destpêk
Komên mîkrobiyal ku bi çavên rût nayên dîtin, bingeha neditî ya jiyana li ser Erdê ne. Ji axa di bin lingên me de heya kûrahiya okyanûsan, ev organîzmayên mîkroskobîk di çerxa xurek û parastina hevsengiya hesas a ekosîsteman de roleke girîng dileyîzin. Lê ev komên girîng bi xetereyeke mezin re rû bi rû ne: guherîna avhewayê. Werin em guherîna avhewayê bi awayên cihêreng çawa bandorê li ser jiyana mikrobiyal dike binihêrin, encamên van bikolin û qala hewcedariya bilez a lêkolîn û çalakiyê bikin.
Mekanîzmayên Guherîna Avhewayê ku Bandorê li Komên Mîkrobiyal Dike
Guherîna avhewayê bi mekanîzmayên cihêreng bandora xwe li ser komên mîkrobiyal dike. Zêdebûna germahiya gerdûnî rasterast bandorekê li ser pêvajoyên metabolîk û rêjeyên mezinbûnê ya mîkroorganîzmayan dike. Wek mînak, di encamê lêkolîneke li Antarktîkayê de hatiye dîtin ku zêdebûna germahiyê 2 °C bûye sedemê guherîneke girîng di pêkhateya komên bakteriyên axê de [Santos et al., 2023]. Guherîna şêwazên baranê ku pir caran di encamê wan de hişkayî an lehî çêdibin; şorî û rewaya axê, hebûna xurekê di axê de diguhêrîne û ev jî komên mîkrobiyal xera dike. Ev dikare li çêregehên ku şert û mercên hişkayiyê li gorî cureyên bakterî yên toleransê hişkayiyê ne û pêvajoyên çerxa xurekan diguherînin, were dîtin.
Di hawîrdorên deryayî de, asîdîbûna okyanûsan a ji ber zêdebûna vergirtina karbondîoksîtê, xetereke girîng çêdike. Asta pHê ya nizmtir dikare di mîkroorganîzmayên deryayî yên wekî kokolîtoforê de çêbûna qalikên kilsî yên kalsiyûmê xirab bike. Ev jî bandorê li zêdehiya wan û zincîra xurekên deryayî bike. Her wiha, bûyerên hewayê yên giran wekî pêlên germ ên hewayê û bahoz dikarin di komên mîkrobiyalî de rê li ber guherînên ji nişka ve û dramatîk bikin, fonksiyonên ekosîstemê têk bibin û wek potansiyel bibin sedemê derketina nexweşiyan.
Bandorên Guherîna Avhewayê li ser Komên Cûda yên Mîkrobiyal
Guherîna avhewayê bandorê li komên mîkrobiyal ên ekosîstemên cûrbecûr ku ji axên bejayî heta kûrahiya okyanûsan li devereke berfireh belavbûne, dike.
Ekosîstemên Axê:
Mîkrobên axê ji bo çerxa xurekan, rizîn û mezinbûna nebatan girîng in. Zêdebûna germahiyê dikare pêkhateya komên mikrobiyal ên axê biguhêrîne û bibe sedemê guherîna di berjewendiya yên ku li gorî şert û mercên germtir adapte bûne. Wek mînak, lêkolînek li daristanek germijî destnîşan kir ku germbûn, hejmara aktînobakteriyan ku bi rola xwe ya di rizîna madeyên organîk de têne zanîn bi pîvaneke girîng zêde dike û di heman demê de hejmara akîdobakteriyan ku bi gelemperî bi şert û mercên xizan ên xurekan ve girêdayî ne, kêm dike [Cuartero et al., 2024]. Guherînên di şêwazên baranê de jî dikarin bandorên kûr bikin. Li herêmên bejî, hişkayî dikare bibe sedemê kêmbûna cihêrengî û çalakiya mîkrobiyalên axê, bandorê li adana axê û berhemdariya nebatan bike. Wekî din, zêdebûna şewatên daristanan ku pirî caran bi guherîna avhewayê ve girêdayî ne, dikare komên mikrobiyal ên axê li gorî berjewendiyên mîkrobên adapteyî hawirdorên şewitî bûne ji binî ve biguhêrîne.
Mîkrobên axê, wekî bakterî û fungalan ji bo çerxa xurek û mezinbûna nebatan girîng in. Wêne: Regeneration International
Ekosîstemên Avê:
Fîtoplanktonên behrê, nebatên mîkroskobîk ên ku bingeha çerxa xurekên deryayî pêk tînin, li himberî guherînên germahî û kimyaya behrê pir hesas in. Lêkolîn destnîşan dikin ku zêdebûna germahiya okyanûsan dikare bibe sedemê guhartinên di pêkhateya koma fîtoplanktonan de û dê ev jî encamên potansiyel ên ji bo berhemdariya behrê û çerxa karbonê derxe holê [Guinder et al., 2013]. Asîdîbûna okyanûsan ji bo organîzmayên ku kilsê çêdikin wek kokolîtofor, xetereyeke girîng çêdike. Ev organîzmayên ku di stokkirina karbon û dînamîkên zincîra xurekê de roleke sereke dilîzin, dikare ji ber bandora xwe ya li ser ekosîstema behrê tesîrên bi hev ve girêdayî bike. Di ekosîstemên ava şirîn de guherîna avhewayê dikare guranî û mîqdara algan biguhêrîne, bandorê li kalîteya avê û asta oksîjenê bike. Ev guhêrîn dikarin komên mikrobiyal xirabikin û bandoreke neyînî li tenduristiya giştî ya ekosîstemên avî bikin.
Encamên Guherînên di Komên Mîkrobiyal
Guhêrînên koma mîkrobiyal ên ku ji hêla guhêrîna avhewayê ve têne beralîkirin, dikare bandorên berfireh li ser erkên ekosîstemê, belavbûna gazên serayê, ewlehiya xwarinê û wek potansiyel tenduristiya mirovan bike.
Bandora li Ser Ekosîstemê:
Komên mîkrobiyal di peydakirina karûbarên bingehîn ên ekosîstemê yên wekî çerxa xurekan, rizîn û berhemdariya axê de roleke girîng dilîzin. Guhêrînên di komên mîkrobiyal de dikare van karûbaran xirabike û bandorên neyînî li ser hilberîna nebatan, mijîna karbonê û kalîteya avê bike. Wek mînak, guhêrînên di komên mîkrobiyal ên axê de dikarin bandorê li rizîna madeyên organîk bikin, hebûna xurekan a ji bo nebatan û mîqdara karbona ku di axê de tê berhevkirin, biguhêrîne [Bardgett et al., 2014]. Di ekosîstemên avî de guhêrînên di komên fîtoplanktonan de dikarin çerxa xurekan xirabikin û bandorê li kapasîteya mijîna karbonê ya okyanûsan bikin, çerxa karbonê biguhêrînin.
Emîsyona Gazên Serayê:
Mîkrob di çerxa karbonê ya gerdûnî, hilberîn û mezaxtina gazên serayê de lîstikvanên sereke ne. Guhêrînên di komên mîkrobiyal de dikare bandorê li hevsengiya van gazên di atmosferê de bike û dibe ku wek potansiyel guhêrîna avhewayê xirabtir bike. Wek mînak, bi bilindbûna germahiyê re helîna permafrostê dikare mîkrobên axê yên ku madeyên organîk ji hev vediqetînin çalak bike û bi rêjeyeke girîng metan û karbondîoksîtê berde atmosferê [Schuur et al., 2013]. Di hawîrdorên behrê de, guhêrînên di komên mîkrobiyal de dikarin bandorê li hilberîn û mezaxtina metanê bikin.
Ewlekariya Xwarinê:
Komên mîkrobiyal roleke girîng di pergalên çandiniyê de dilîzin, bandorê li berhemdariya axê, tenduristiya nebatan û hilberên çandiniyê dikin. Guhêrînên di komên mîkrobiyal de yên ku ji ber guherîna avhewayê pêk tê, dikare bandorê li berhemdariya çandiniyê bike, wek potansiyel ewlehiya xwarinê tehdîd bike. Wek mînak, guhêrînên di komên mikrobiyal ên axê de dikarin tesîrê li hebûna xurekên ji bo nebatan bikin, bandorê li mezinbûn û hilberîna wan bikin [Heijden et al., 1998]. Guhêrînên di komên mîkrobiyal de her wiha dikarin bandorê li ser belavbûna nexweşiyên nebatan jî bikin û hilberîna xwarinê bêtir dijwar bikin.
Tenduristiya Mirovan:
Her çiqas li ser têkiliyên rasterast ên di navbera guhêrînên mîkrobiyal ên ji ber avhewayê û tenduristiya mirovan de hîn lêkolîn têne kirin jî delîlên zêde hene ku ev guhêrîn dikarin bandorê li ser xweşhaliya mirovan bikin. Wek mînak, guhêrînên di komên mikrobiyal ên avî de dikare bandorê li kalîteya avê bike û xetera nexweşiyên ji avê zêde bike [Shope, 1991]. Guhêrînên di mîqdara vektorên ku nexweşiyan belav dike wekî kermêşan ku di bin tesîra avhewayê de dimîne, dikarin belavbûna nexweşiyên înfeksiyonê jî biguhêrînin.
Dumahîk
Guhêrîna avhewayê bi bandorên kûr ên li ser karûbarên ekosîstemê, belavbûna gazên serayê, ewlehiya xurekan û tenduristiya mirovan; cîhana mîkrobiyalan bi awayekî nayê înkarkirin diguhêrîne. Têgihiştina van bandoran ji bo pêşxistina stratejiyên kêmkirin û adaptasyonê girîng e. Bi pêşengiya lêkolînê, hembêzkirina pêşketinên teknolojîk û xurtkirina hevkariyê, em dikarin van komên girîng biparêzin û ji nifşên pêşerojê re gerstêrkek tendurist misoger bikin.
Çavkani
Santos, A., Espinoza, O. G., Montero, K. N., & Zarate, A. (2023, March 25). Measuring the effect of climate change in Antarctic microbial communities: toward novel experimental approaches. ScienceDirect. https://www.sciencedirect.com/science/article/abs/pii/S0958166923000289
Cuartero, J., Querejeta, J. I., Prieto, I., Frey, B., & Alguacil, M. M. (2024, July 31). Warming and rainfall reduction alter soil microbial diversity and co-occurrence networks and enhance pathogenic fungi in dryland soils. ScienceDirect. https://www.sciencedirect.com/science/article/pii/S0048969724051568
Guinder, V., & Molinero, J. C. (2013, October). Climate Change Effects on Marine Phytoplankton. ResearchGate. https://www.researchgate.net/publication/258245859_Climate_Change_Effects_on_Marine_Phytoplankton
Bardgett, R. D., & Putten, W. H. (2014, November 26). Belowground biodiversity and ecosystem functioning. Nature. https://www.nature.com/articles/nature13855
Schuur, E. A., Abbott, B. W., Bowden, W. B., Brovkin, V., & Camill, P. (2013, March 26). Expert assessment of vulnerability of permafrost carbon to climate change. SpringerLink. https://link.springer.com/article/10.1007/s10584-013-0730-7
Heijden, M. G., Klironomos, J. N., Ursic, M., Moutoglis, P., & Engel, R. S. (1998, November 5). Mycorrhizal fungal diversity determines plant biodiversity, ecosystem variability and productivity. Nature. https://www.nature.com/articles/23932
Shope, R. (1991, November 1). Global climate change and infectious diseases. https://ehp.niehs.nih.gov/doi/abs/10.1289/ehp.9196171
Comments